cênet'a

Ciwan Haco


Si u sê gulê
Þîîr:Ahmed Arif
Werger: Nedim Hekari

        I

Ev çiya çiyayê Mengeneyê
Dema li Wanê roj davê
Ev çiya zarokê
Nemrûde Dema li hember Nemrûd roj
davê
Aliyeki te berf digre, bergeha
Qetqase Aliyeki le siccade, milkê Eceme
Li seri guþiyên cemedê
Li ser avan kevokên revok
Keriyê xezalan.
û refên kewên gozel...
Mêrxasi nayê inkarkirin
Di þerê yeke-yek de ew qet ne
ketin binJi hezar salan virve zilamên vê
derê
Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin
Nerefê qulingane, ev
Ne koma stêrane li ezman
Dilê bi si û sê gule
Si û sê kaniyên xwinê
Na herike
Bûye gol li vi çiyayî

       II

Ji bin kaþ kivroþkek rabû
Piþt belek
Zik çil-sipi
Belengaz, ducanî kivroþkekeçiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha, tenha bûn dem
bê qisûr. berbangeke tazi bû
Nihêri ji si û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran ya birçi-
tiyê
Por û rih bûne bostek
Di pêsirê de sipih.
Mil qeydkirî niheri bi milên
qeydkri
mêrxaseki kezebpola. nihêrhî
Carekê li kîvroþka belengaz
Carekê li piþt xwe
Filînta wî ya delal hate bira wi
ku di bin balgiva wi de xeyidye,
Hate bira wi, caniya ku
ji deþta Heranê anibû
Enî bi moriyên þin
û beþ
Sim sipi
Beza, tolaz û reqsok,
Mehina wi ye qemer û seklawi

Çawa firibun li ber Xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayi
Weha li piþt wi lûleke sarYa hendefan
Bêçare,
Ew dê bihata kuþtin
Ferman bêhêvi bu,
Êdi bila çavên wi, marzerikên kor
dilê wi, teyrên berata bixwara

 

        III
ez hatima kuþtin
Li gelîki xalî .yê çiyê
di dema nimêja sibê de
Radikevim di nav xwinê de bi dirêjayî...

Ez hatime kuþtin
Xewnen min ji þevan taritir
Kes napirse rewþa min
Canê min distînin , bê ecel
Nikarim têxim tu pirtukan

Paþaki þifre daye
Hatime kuþtin bê mahkeme. bê pirs

Kirivo, halê min eyni weha binîwise
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên guline
Guleyen domdomê
Di devê min de wesle wesle

            IV

Fermana kuþtinê bi cih anîn.
Mije hêþin ya çiya
Û bayê sibê ye hinik û sivik
Paþe li wê derê tifing daçikandin

Li paþilên me hûr nêrin nihêrtin
Lê geriyan.
piþta min ya sor. male Kermenþahê
Tizbi û qotiya min birin û çûn
Hemû ji diyari bûn ji Ecemistanê
Em kirivin merivên hevin û bi
xwin giridayê hevin
Bi gund û zevhiyên hember ve
Xinamiyê hevin,
Ji sedsalan vir ve,
Cîranê hevin mil bi mil ve
Miriþkên me tevi hev dibin
Ne ji nezanîyê
Lê ji xizanîyê
Em ji pasportê dilsar bune
Ewe curmê sebeba qatla me
Êdi navê me dê derkeve bi keleþiyê,
Isatvan
rêbir
Xayiniyê

 

        V
De lêhin lawo,
Lêhin
Ez bi hesani nayêm kuþtin
Di kuçikê min de, hin agirê venemiri
Ü çend gotinên min hene
ji keser, fama re
Bavê min çavên xwe dan li ber
Ruhayê
Û sê birayên xwe ji
Sê darên spehî,
Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi
bûn
Ji bircan. ji giran ji minaran
Dema kiriv pismam kurên êþiran
Li hember guleyên Fransiz þer dikirin
Xalê min ya biçûk, Nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal
Siwarekî baþ
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan
Kirivo halê min weha binivise
Dibe ku we
Sivikki riwayeti were fehm
Em ne memikên guline
Guleyê domdomê
Di derê min de wesle wesle

Paþ